Hafiz, sefîrê aştî û dostîyê yê îranîyan û xelkên cîhanê
Serokê Sazîya Mîrata Çandî, Pêşeyên Destî û Geştyarîya Îranê got: Hafiz netenê helbestvanekî misilman bûye belkî sefîrê aştî û dostîyê yê îranîyan û xelkên cîhanê ye.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Elî Esger Mûnêsan şeva buhurî li merasima bibîranîna Hafiz li Şîrazê li başûra Îranê herwiha got: Hafiz helbetvanekî îranî bi nav û dengê cîhanê, rojhilat û rojavaya cîhanê bi bandora gotin û helbestên xwe yên bedew kirine evîndarê xwe.
Serokê Sazîya Mîrata Çandî, Pêşeyên Destî û Geştyarîya Îranê herwiha got: Hafiz netenê yê îranîyan belkî yê hemî xelkên cîhanê ye lewma nav û dengê wî cîhanî ye.
Mûnêsan herwiha got: Em li helbestên Hazif têgehên bilind ên insanî, ilahî û exlaqî dibînin ku hemî mirovantî ser wan difikire, lewma hemî dinya wî nas dike û li rojhilat û rojavaya cîhanê jî bi xwendina kûr a berhemên wî, gellek pirtûk hatine nivîsîn.
Roja 12`ê Cotmehê li rojhejmêra Komara Islamî ya Îranê wek Roja Bibîranîna Hafizê Şîrazî hatîye binavkirin.
Xwace Şemsedîn Mihemd Ibnê Behaedîn Mihemed Hafizê Şîrazî helbestvanê mezin ê sedsala 8 ê Îranê ye ku ji ber xezelên xwe li dinyayê navdar e.