Îlon 17, 2017 18:37 Asia/Tehran
  • Navê Merîwanê kete lîsteya UNESCO`yê wekî bajarê Kilaşan

Birêveberê saziya Mêrata Çandî ya parêzgeha Kurdistanê li rojavaya Îranê got: Navê bajarê Merîwanê wekî bajarê curê solên Kilaşê kete nav lîsteya nû ya UNESCO`yê.

Li gor rapora ajansa nûça a IRNA`yê, Seyd Muhsên Elewî Birêveberê saziya Mêrata Çandî ya parêzgeha Kurdistanê li rojavaya Îranê ji ber ku roja îro 4 hezar û 355 kes mijûlê seneta çêkirina solên Kilaş in, loma ew bajara wekî bajarê xwedanê seneta destî li cîhanê kete nav lîsteya UNESCO`yê.

Elevî got: Heta niha navê 4 bajarên Îranê ketiye nav lîsteya UNESCO`yê, bajarê Meşhedê wekî bajarê cîhanî yê kevrên bi biha û qîmet, Îsfehan wekî bajarê senetên destî, Tewrêz wekî bajarê cîhanî yê mafûran û Lale Cîn jî wekî bajarê cêr, kuz û ferafûlê kaxikî û niha jî Merîwan wekî bajarê solên Kilaşê qeyd bûye.

Hatiye ragihandin ku solên kilaş kevnariyekî zêde ji 2 hezar sal heye.