Îranê medala bronz a cîhanî ya şûrlîstikê vergirt
Îlon 17, 2017 14:54 Asia/Tehran
Sporvanê îranî li pêşbirkêya cîhanî ya şûrbaziyê medala bronz vergirt.
Li gor rapora IRIB News`ê, Emîr Ehmed Emînî sporvanê îranî li pêşbirkêya cîhanî yê şûrbaziyê ku ketibû nav rêza 4 sporvanên baş ên vê pêşbirkêyê, medala bironz vergirt.
Emîr Ehmed Emînî li pêşbirkêya cîhanî ya şûrbaziyê ku li Têhranê birê ket duh şemê li hemberî sporvanê Bilarûsî rastî işkestê hat û serê axirê ew û sporvanekî Îtaliyayê hevpar gihêştine meqama sisyane vê pêşbirkêyê.
Şûrbazê Bilarûsî jî ku gihêştibû fînalê li hemberî reqîbê xwe yê almanî serket û medala zêre vê pêşbirkêyê aniye dest.
Pêşbirkêya şûrbaziya kopa cîhanî ya cewanan li kilasa A ji duh şemiyê bi pişkdariya 62 sporvanan li çarçîva 15 tîmên biyanî û hundirî li Têhranê destpê bû.