Îlon 12, 2017 16:37 Asia/Tehran
  • Pêşbirkên weznerakirinê ya zarokên Îranê bi mazûvaniya Banê bi rê ve diçin

Pêşbirkên peydakirina jêhatîbûna weznerakirinê ya zarokên Îranê, bi mazûvaniya bajrê Banê, meha Şehrîvera îsal a koça tavî tê lidarxistin.

Li gorî rapora nûçegîhanê Arbaba Xeberê, Pêşbirkên peydakirina jêhatîbûna weznerakirinê ya zarokên Îranê, li temenê 10 heya 12 salî, bi mazûvaniya bajaroka Banê, tên lidarxitin.

Ev pêşbirke wê ji 19 heya 23`ê meha Şehrîvera sala 1396`an a koça Tavî jibo peydakirina hêjatiyên zarokan bona beşdariya li lîstikên Olempîka 2024`an a Parîsê, were lidarxitin.

Li gorî vê yekê başdarên di vê dewra pêşbirkan de, numayişa teknîkê, , pizişkî werzişî cih tînin û ji van têstên dixtorî, cismî û werzişî tên girtin.

Hêjayî gotinê ye ku 90 beşdar ji 18 parêzgehên seranserê welêt wê li van pêşbirkan de beşdar bibin.