Tîma Ayrobîk a Îranê pişkdarî pêşbirkên qaremanîya Asyayê dibe
Îlon 12, 2017 16:30 Asia/Tehran
Tîma netewî ya Ayrobîk-Jîmnastîk a Îranê yê li pêşbirkên qaremanîya Asyayê pişkdar bibe.
Li gorî rapora IRIB NEWS`ê, tîma netewî ya Ayrobîk-Jîmnastîk a Îranê jibo pişkdarîya li pêşbirkên qaremanîya Asyayê yê berbanga sibê ji Têhranê here Mogilistanê.
Tîma Îranê ji Secad Reîyî, Seîd Malikî, Emîr Hisên Benîesed, Sehend Sefîzade û Seyîd Mistefa Mûsewî wek werzişkar û Mihemed Mêhrtaş û Hisên Mêimarîyan jî wek rahêner û sergêr yê jibo van pêşbirkana bê şandinê.
Pêşbirkên Ayrobîk-Jîmnastîk ên qaremanîya Asyayê yê ji 14 heta 17`ê Îlonê li Mogilistanê bên lidarxistin.