Îlon 11, 2017 18:35 Asia/Tehran
  • Karatekarê kirmanşanî mîdala Tûnc a pêşbirkên lîga cîhanî ya Almanê bi dest xist

Seîd Ehmedî Karatekarê kirmanşanî mîdala Tûnc a pêşbirkên lîga cîhanî ya Almanê bi dest xist.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress`ê, Seîd Ehmedî werzişkarê çiqa -67 a Karateyê endamê tîma netewî ya Îranê, li şeşemîn dewra pêşbirkên lîga cîhanî ya Kareteyê ya Almanê, piştî serketina li hemberî reqîbên ji Şîlî, Lokzamborg, Qazaqistan, Tirkîye û Fransayê giheşte qonaxa pêşfîlanê û li vê qonaxê derda werzişkarê Japonê û tevlî koma Şansê Dubare bû.

Seîd Ehmedî li Koma Şansê Dubare jî derket pêşberî Tomas Corden ji Ingilîsê (qaremanê cîhanê di salên 2014 û 2016`an de) û 6-0 ji wî bir û mîdala Tûnc bi dest xist.

Hêjayî gotinê ye ku şeşemîn dewra pêşbirkên lîga cîhanî ya Karateyê ji roja înîyê ve li bajarê Laypzîk ê Almanê dest pê bû û roja 10`ê Îlonê bi dawî hat.