Îlon 11, 2017 15:46 Asia/Tehran
  • Pêşwazîya germ ji yekemîn şeva çanda Kurdistanê li Birca Mîlad a Têhranê

Ji duh şevê va, şeva Çanda Kurdistanê mideha du şevan li Birca Mîlad a Têhranê dest pê bûye ku yekemîn şeva wê bi awayekî pirrcoş û germ ji alîyê niştecihên paytextê ve hat pêşwazîkirin.

Li vê merasima çandî ku ji hêla Konse û Şaredarîya bajarê Sinê ve tê lidarxistinê, hin pişkên çanda Kurdistanê di warên mûsîqî, defjenîn, pesinderî, govend û şanoya ayînî hatin nîşandayînê.

Li vê merasimê herwiha qedrê Mihemed Elî Mihemedîyan muelimê merîwanî ku bi nîşana hevderdîya digel şagirdekî xwe ku mûyê serê wî ji ber kîmyadermanîyê werîyabûn, mûyê serê xwe tiraşîbû, hat girtin.

Li vê merasimê herwiha rêz li Mihemed Baxter hat girtinê, kesê ku dema li baregeha leşkerî ya Ecebşêrê esker bû, jibo rizgarkirina canê seyekî pê li mînekê kir û lingekî xwe ji dest da.

Di şeva yekem a Çanda Kurdistanê de, herwiha rêz li Koma Xemrevîn ku yek ji komên şanoya komîk a parêzgeha Kurdistanê ye û Wûrîya Xefûrî endamê tîma netewî ya futbola welêt ku ji bajarê Sinê ye, hat girtin.

Hêjayî gotinê ye ku li rex vê merasimê, hin ode jibo nîşandayîna berhemên bidestçêkirî, dîyarî, belavokên herêmî, xwarekên herêmî, berhemên hunerî û cî û warên balkêş hatine vekirinê.