Îlon 11, 2017 11:47 Asia/Tehran
  • Mêdala zêrê ji bo Tîma Neteweyiya Guleşta Azad a Nûciwanên Îranê li Atênê

Guleştgirê giraniya 54 Kîlogeremê yê Tîma Neteweyiya Guleşta Azad a Nûciwanên Îranê tevî serketina li pêşbirka dawiyê ya Pêşbirkên Guleşta Azad a Nûciwanên Cîhanê ya 2017`an li Atênê mêdala zêrê wergirt.

Di dewama pêşbiorkên pênc giraniyê duyem ên Pêşbirkên Guleşta Azad a Nûciwanên Cîhanê ya 2017`an li Atêna paytexdta Yûnanê, Mêhdî Êşqî guleştgirê Tîma Neteweyiya Guleşta Azad a Nûciwanên Îranê di pêşbirka dawiyê ya guiraniya 54 Klîlogeremêî hevrikê xwe yê japonî bi encama 6-0ê torand û mêdala zêrê ya van pêşbirkan wergirt.

Du guleştirên din ên Tîma Neteweyiya Guleşta Azad a Nûciwanên Îranê li giraniyênn 76 û 100 Kîlogeremê ji bo wergirtina mêdala Tûncê ya van pêşbirkan terin pêşberî hevrikên xwe.

Berî viya li pêşbirkên pênc ghiraniyên yekem ên Pêşbirkên Guleşta Azad a Nûciwanên Cîhanê ya 2017`an li Atênê, guleştirê Tîma Neteweyiya Guleşta Azad a Nûciwanên Îranê li giraniya 85 Kîlogeremê li pêşbirka dawiyê bi derdana li hemberî hevrokê xwe yê ûris, mêdala Zîvê û guleştgirê din ê Tîma Neteweyiya Guleşta Azad a Nûciwanên Îranê li giraniya 65 Kîlogeremê mêdala Tûncê ya Cîhanê wergirt.

Pêşbirkên Guleşta Azad a Nûciwanên Cîhanê ya 2017`an li Atênê tên lidarxistina.