Îlon 11, 2017 11:46 Asia/Tehran
  • Şûrbazên nûciwan ên îranî 3 mêdalên zîv û tûncê bi dest xistihn

Şûrbazên Îranê li Pêşbirkên Şûrlîstinê yên temenê bin 16 salî ya Kupa Asyayê li Taylendê du mêdalên zîv û tûncê wergirtin.

Li gorî ragihandina IRNA`yê, Mihemed Rizayî Tadî, şûrbazê Îranê li beşa Çeka Êpê ya lawikan, mêdala zîvê ya Pêşbirkên Şûrlîstinê yên temenê bin 16 salî ya Kupa Asyayê li Taylendê bi dest xist.

Li beşa Çeka Êpê ya keçikan jî Fatmeya Zarêiyê mêdala Zîvê û Anoşa Şehabiyê jî mêdala Tûncê ya Pêşbirkên Şûrlîstinê yên temenê bin 16 salî ya Kupa Asyayê li Taylendê wergirt.

Pêşbirkên Şûrlîstinê yên temenê bin 16 salî ya Kupa Asyayê li Taylendê ji roja 9`ê Îlona 2017an va bi Bankoka vî welatî dest pê bûye û wê îro anku Duşemiyê bi dawî bê.