Îlon 11, 2017 11:45 Asia/Tehran
  • Hunermenda îranî xelata Mihrîgana Wênesaziyê ya Bratîslava- 2017an wergirt

Nergis Mihemedî, hunermenda îranî xelata Sêva Zêr a Bîst û şeşemîn Mihrîgana Wênesaziyê ya Bratîslava - 2017 ya Slowakiyê wergirt.

Li gorî ragihandina roja Duşemiyê ya IRIB News`ê, Nergis Mihemedî li pêşbirkla digel hunermendên welatên Holanda, Slowakî, Rsûiye, Japon û Koreya Başûr karî xelata Sêva Zêr a Bîst û şeşemîn Mihrîgana Wênesaziyê ya Bratîslava - 2017 ya Slowakiyê bi dest bêxe.

Berhemên wênesazên pirtûkên taybetî zarokan her du salan carekê li Nîşangeha Navneteweyiya Wênesaziyê ya Bratîslavayê tên nîşandan.

Nîşangeha Navneteweyiya Wênesaziyê ya Bratîslavayê hevdem digel armancên Saziya Perwerdehî, Zanistî û Çandî ya Neteweyên yekbûyî (UNESCO), Komîteya Pirtûkan ji bo Nûciwanan (IBBY), Komîsiyonên Neteweyî her wiha rêxistinên têkildarî Hunerên Bedew, tê lidarxistin.