Tebax 13, 2017 07:53 Asia/Tehran
  • Pêşbirkên Têkwandoya Kupa Serokatiya Fêdêrasiyona Cîhanî / 5 Mêdal ji bo têkwandokarên îranî

Têkwandokarên Komara Îslamî ya îranê li yekem roja Pêşbirkên Têkwandoya Kupa Serokatiya Fêdêrasiyona Cîhanî li navçeya Asyayê pênc mêdalên rengîn wergirtin.

Yekemîn dopra Pêşbirkên Têkwandoya Kupa Serokatiya Fêdêrasiyona Cîhanî li navçeya Asyayê di çiqa temenî ya ciwan û mezinan ji roja Şemiyê, 12`ê Tebaxa 2017`an va bi amadebûna 307 têkwandokaran ji 19n welatên cîhanê li bajarê Taşkenda paytexta Ozbekistanê dest pê bû.

Di roja yekem a pêşbirkên çiqa mezinan a Pêşbirkên Têkwandoya Kupa Serokatiya Fêdêrasiyona Cîhanî, Ehmed Muhemedî têkwandokarê îranî li giraniya -87 Kîlogeremê karî ku Mêdala Zêrê werbigire û Secad Merdanî têkwandokarê din ê îranî li giraniya +87 Kîlogeremêî mêdala Tûncê wergirt.

Li koma jinan jî Têkwandokara îranî, Kiyana Exevan li giraniya -46 Kîlogeremê di pikleya duyemm da cih girt û Fatmeya Medahî û Sûdavbeya Pûrsadiqî, têkwandokarên din ên Îranê li giraniyên -46 Kîlogerem û -49 Kîlogeremê mêdalên Tûncê wergirtin.

Roja Yekşemiyê jî têkwandokarên îranî ji bo wergirtina mêdalê wê biçin ser Tatamiyê.

Di dawiya Pêşbirkên Têkwandoya Kupa Serokatiya Fêdêrasiyona Cîhanî li navçeya Asyayê, kesên ku bikarin mêdalan werbigirin, îzna amadebûna li pêşbirkên qaremaniya têkwandoya Asyayê di sala 2018`an da dê bi dest bêxin.