Tîrmeh 18, 2017 16:17 Asia/Tehran
  • Çend kurtenûçeyên werzişî

Pêşbirkên qaremaniya weznehilgirtina kesên astengdar ên Îranê ji 16 heta 18`ê Tîrmeha 2017`an da bi amadebûna zêde ji 100 weznehilgiran ji 19 parêzgehên welêt li cihê federasiyona werzişên kesên astengdar tê lidarxistin. li van pêşbirkan, Saman Rezî mêdala zêrê wergirt.

Li gorî rapora Pars News`ê, li pêşbirkên vê çiqê, 10 weznehilgir çûn ser texteyê ku di dawiyê da Saman Rezî bi tomarkirina 234 Kîlogeremê meqama duyem bi dest xist. Elî sadiqzade endamê din ê Tîma Neteweyiya Weznehilgirtinê bi tomarkirin arêkorda 228 kîlogeremê di pileya duyem ra rawestiya  û Elî ekber Xerîb Şî jî bio tomarkirina rêkorda 227 Kîlogeremê bû sêyem.

 

Cîgirê qaremanê pêşbirkên cîhanî yên Beza astengdaran: Armanca min wergirtina Mêdala Zêrê li olempîka 2020 e. Werzişkarê bezê yê xozistanî li pêşbirkên cîhanî yên Beza astengdaran got: Yek ji armancên min wergirtina mêdala zêrê li pêşbirkên asyayî yên Endonozyayê û Olempîka  2020ê ya Tokyoyê ye. Cewad Herdanî roja sêşemiyê li hevpeyivîna digel IRNAyê got: Pêşbirkêîn Beza Astengdarên Cîhanê li Londonê di asteke bilind da bûn û rikeberiya ji bo wergirtina meqamê gellek nêzik bû.

Wî werzişkarên bezê yên Komara Çêk, Awstralya, Swêd, Kolombiya, Çîn û Ukraynê wek rikeberên xwe yên sereke li van pêşbirkan da zanîn û got: ``Rewşa van pêşbirkan ji bo bidestxistina mêdalê gellek dijwar bû; Lê min bi temrîn û meşqên dijwar û giştalî ku di mehên dawî da kirin, karî mêdala Zîvê bi dest bêxim``.

 

Yeke derdana Tîma Neteweyiya Tênîsa jinan a Îranê li pêşbirkên Fidkupê

Tîma Neteweyiya Tênîsa jinan a Îranê di yekem pêşbirka xwe da bi derdana Sedef Sadiq Wezîriyê, li pêşbirkên Tênîsa Fidkupê bi ser neket.

Li gorî nûçeya ISNA`yê, di yekem roja pêşbirkên Tênîsê ya Koma 2 ya navçeya Asyayê, Fidkup, Tîma Neteweyiya Tênîsa jinan a Îranê wê biçe pêşberî tîma Hong Kongê.

Di yekem pêşbirka takekesî da, Sedef Sadiq Wezîrî çû pêşberî Çong ji Hong Kongê ku bi encama 2-0ê torande wê. Li gorî bernameyê di pêşbirka takekesî ya duyem wê Xezel Pak Batin biçe pêşberî Lîng Jangê.

 

Jina Pîngpongleyîza kirmaşanî li pêşbirkên Kupa Asyayê dê biçe meydanê

Serokê taxima Pîng Pongê ya Kirmaşanê got: Konfêdêrasiyona Tênîsa ser maseyê ya Asyayê Nêda Şehsewarî, jina Pîngpongleyiza kirmaşanî ji bo amadebûna li pêşbirkên Kupa Asyayê vexwendiye. Behram Kuncûrî roja sêşemiyê li hevpeyivîna digel IRNAyê got: 64 Pîngpongleyizên sereke yên Asyayê (32 kes li pişka mêran û 32 kes li pişka jinan) wê li pêşbirkên Kupa Asyayê biçin meydanê.

Wî her wiha got: Ji îranê jî tenê Nêda Şehsewarî li pişka jinan û Newşad Alemiyan li Pişka Mêran bo pêşbirkên Kupa Asyayê hatine vexwendin. Kuncûrî bi bîr xist: Di dawîn rêzbendiya ragihandî ji aliyê federasiyona cîhanî va, Nêda Şehsewarî di rêza 284an a cîhanê û di rêza yekem a Asyaya Navîn da cih girtiye.

 

Qaremaniya ku dihat pêşbînîkirin; Pûrmîrzayî mêdala zîvê ya desteya seragiran wergirt.

Li sêyemîn û dawîn roja pêşbirkên qaremaniya weznehilgirtina Îranê, Siyamend Rehman, werzişkarê herî bihêz ê astengdar li cîhanê û xwediyê rêkorda desteya seragiran a Para Olempîkê, mêdala Zêrê ya desteya zêdeyî 107 Kîlogeremê (+107 KG) careke din wergirti.

Li gorî rapora KurdPress`ê, li pêşbirkên vê çiqê, 7 weznehilgir çûn ser texteyê ku di dawî da Siyamedê Rehman bi tomarkirina Rêkorda 285 Kîlogeremî, pileya qaremaniyê bi dest xist.

Mensûr Pûrmîrzayî jî bi bilindkirina wezneya 245 Kîlogeremî, di pileya duyem da cih girt û Ehmed Emînzade bi tomarkirina 236 Kîlogeremî, bû sêyem.