Tîrmeh 18, 2017 10:14 Asia/Tehran
  • Jina îranî mêdala zîvê ya Beza Astengdaran a Londonê wergirt

Jina îranî li çaremîn roja pêşbirkên cîhanî yên astengdarên cîhanê (Para Bez) li Londonê, li çiqa Kewkîkirina Rimê di pileya duyem da rawestiya û mêdala zîvê wergirt.

Li gorî nûçeya IRNA`yê, Haşimiye Muteqiyan êvara Duşemiyê li werzişgeha Olempîk Parka Londonê bi kewkîkirina Rimê bi qasî 20 mitr û 66 Santî Mitran karî Mêdala Zîvê li Çiqa Kewkîkirina Rimê Kilasa F56ê bi dest bêxe û Rêkorda xwe ya Asyayê bi qasî 14 santîmitran jorda bibe.

Li vê çiqê, Dayana Dadzîrteya Lêtonyayî bi kewkîkirina Rimê bi qasî 27 Mitr û 7 Santîmitran, ji bilî bidestxistina mêdala Zêrê ya van pêşbirkan, rêkorda cîhanê jî jorda bir.

Martîniya Wîlgînga almanî jî bi kewkîkirina rimê bi qasî 20 Mitr û 57 Santîmitran mêdala Tûncê wergirt.

Karwana 20 kesî ya îranê heta dawiya roja sêyem a van pêşbirkan karîye şeş mêdalan ji wan çar mêdalên zîv û du mêdalên Tûncê werbigire.

Pêşbirkên Beza Astengdaran a qaremaniya cîhanê (Para Bez) bi beşdariya zêde ji hezar werzişkarî ji sed welatan ji 14`ê Tîrmeha 2017`an va li Londonê dest pê bûye û wê heta 23`ê Tîrmehê were domandin.