Du zêr û zîvek jibo tîma perwerdekirina fîzîkî ya bedena xwe ya Îranê li pêşbirkên Asyayê
Tîma perwerdekirina cism û bedena xwe ya Îranê li yekemîn roja pêşbirkên Asyayê yên 2017`an, du mêdalên zêr û mêdalekî zîv bi dest xist.
Li gorî rapora IRIB News`ê, tîma perwerdekirina bedena xwe ya Îranê, roja şemiyê li yekemîn roja pêşbirkên Asyayê di sala 2017`an û li bajarê Olanbator a Muxilistanê, li pişka bejû balê ya 174 û 178 santîmetreyê, karî du mêdalên zêr bi dest bixe.
nûnerê din ê Îranê jî li pişka bejûbalê ya 170 santîmetreyê, mêdaleka zîv bi dest xist.
Pêşbirkên perwerdekirina cism û bedena xwe ya Îranê li pêşbirkên Asyayê di sala 2017`an ji sibeha roja şemiyê va bi beşdariya werzişkarên ji 25 welatên asyayê bi mazûwaniya bajarê Olanbator a Muxilistanê dest pê bû.
Ev pêşbirke, wê berêvariya roja şemiyê li pişka badîklasîkê û sibê yekşemiyê li perwerdekirina bedena xwe bidomin.