May 19, 2017 17:57 Asia/Tehran
  • Ala Îranê li ser Çiyayê Lotseya Hîmalyayê hat bilindkirin

Çiyagerên îranî tevî hilkişiyana ser qûçê çiyayê heşt hezar û 516 mitriya Lotseyê li Hîmalyayê, ala Komara Îslamî ya Îranê li ser çingê vî çiyayî bilind kirin.

Li gorî IRNA`yê, Îrec Meanî û Mehmûd du çiyagerên îranî ku endamê tîma pênckesî ya hilkişiyana ser çingê Çiyayê Lotseya Hîmalyayê ne, berbanga roja îniyê karîn ku hilkişin ser qûçê vî çiyayî.

Ezîm Qêyçîsaz, Hisên Muqedem û Seîd Mîrzayî sê çiyagerên din ên îranî li halê hilkişiyana ser çiyayê Lotseyê ne; Lê ji ber sirr û sexema zêde û hatina bê, hêdîtir ber bi çingê vî çiyayî va hildikişin.

Çiyayê Lotseyê bi bilindahiya heşt hezar û 516 mitrî, çaremîn çiyayê bilind li cehanê û li ser sînorê Tebet (Çîn) û Nêpalê ye; Ev çiya ji rêya gêdûka başûr va digihêje Çiyayê herî biling li cehanê anku Êvêrêstê.